31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 01 Sibat 2018
ANKARA
Têkiliya berjewendiyê ya di navbera DEAŞ û PYD/PKKyê da çawa ku raya giştî jî pê agahdar bû, bi mînakên berbiçav derdikeve holê.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê berhev kir, rêxistinên terorê PYD/PKK-YPG û DEAŞê piştî şer û pevçûnan têkiliya berjewendiya dualî danîn.
Nimûneya herî berbiçav a vê yekê jî dema ku PYD/PKK-YPGyê Reqa bi dest xist, qewimî. Rêxistina terorê li gorî şertê peymanê hişt ku mensûbên DEAŞê bi otobusan ji bajêr bên derxistin.
Qaşo paytexta rêxistina terorê DEAŞê Reqa bi xêra alîkariya çek, êrîşên bejayî û asîmanî yên Amerîka û hevpeymana navneteweyî va ji aliyê PYD/PKKyê va di 17ê cotmeha 2017an da hat bidestxistin.
Çaxê ku bajar hat bidestxistin, herdu rêxistinan li hev kir û di çarçoveya agahdariya Amerîka û hevpeymana navneteweyî da terorîstên DEAŞî bi otobusan bi ewle ji Reqayê hatin derxistin û bo herêmên Merqede, El Suwar û Dêra Zorê hatin veguhastin.
Nûçeyên der heqê peyman û veguhastinên navborî da ji aliyê nûçegihanên BBCyê hatin çêkirin. Berpirsên Amerîka û hevpeymana navneteweyî jî peymana ku PYD/PKK û DEAŞê li Reqayê kirin, qebûl kirin.
Berdevkê Pentagonê Eric Pahon diyar kir, ji ber ku li Reqayê sivîl gelek bûn, hevpeymana navneteweyî ya dijî DEAŞê ku Amerîka serkêş e, nikaribû êrîşa asîmanî bike û di rewşeke wiha da li Sûriyeyê PYD/PKKyê ligel DEAŞê peymana navborî pêk anî. Pahon îdia kir ku peyman tenê ji bo parastina sivîlan hat kirin û wiha got, "Dibe ku em û hevkarên xwe timî li ser qenaetekê nebin, lêbelê em rêzê li wê yekê digirin ku ji bo pirsgirêkên xwe çareyekê bîter bikin."