Nihat Kavşut
20 Gulan 2017•Rojanekirin: 21 Gulan 2017
HEWLÊR
Cinazeyê Newşîrwan Mistefayê Serokê Tevgera Goranê yê do li Herêma Kurdistana Iraqê wefat kir li Silêmaniyeyê hat definkirin.
Ji bo cinazeyê Mistefa li Girê Zergeteya Silêmaniyeyê ya navenda partiya Tevgera Goranê lê ye merasim hat kirin û piştî merasimê cinaze hat veşartin.
Kosret Resûlê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û endamên polîtburoyê, Salahaddîn Bahaddînê Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû), Elî Bapîrê Serokê Partiya Civaka Îslamî (Komela), Ammar el-Hakimê Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Iraqê û gelek alîgirên Tevgera Goranê beşdarî merasimê bûn.

Di merasimê da piştî xwendina Qur'ana Pîroz nûnerên partiyên siyasî der barê Mistefa da xeberdan.
Şoreş Heciyê Berdevkê Tevgera Goranê di xeberdana xwe da der barê heyata siyasî ya Mistefa da agahî da û destnîşan kir em ê li ser esasên partiyê dewam bikin.
Wek mayîn hat dîtin ji rayedarên payebilind yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kes tevlî merasima cinazeyê Mistefa nebû.
Ji ber nîqaşên siyasî yên dawîn têkiliyên Goran û PDKyê xirab bûbûn.
Newşîrwan Mistefayê Serokê Tevgera Goranê yê 73 salî li mala xwe ya li Silêmaniyeyê wefat kiribû.