İbrahim Atmaca
11 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
CENEVRE
Meha pêş me li Koreya Başûr Olîmpiyatên Zivistanê yên 2018 PyeongChangê wê werin lidarxistin. Komîteya Olîmpiyatên Navneteweyî (IOC) wê ji bo beşdarbûna werzişvanên Koreya Bakur wê di 20ê rêbendanê da bi aliyan ra civînê bike.
Li gor daxuyaniya IOCê, Serokê IOCê Thomas Bach wê di 20ê rêbendanê da li Lozanê Navenda Giştî ya IOCê bi aliyan ra hevdîtinê bike bê ka werzişvanên Koreya Bakur wê beşdarî Olîmpiyatên Zivistanê yê 2018 PyeongChangê bibin an na.
Piştî du salan rayedarên payebilind yên herdu welatan vê hefteyê hatibûn bal hev û piştî hevdîtinê daxuyanî hatibû dayîn ku Koreya Bakur wê werzişvanên xwe bişîne olîmpiyatan.