Fatih Gazioğlu
11 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2018
BEXDA
Hat îdiakirin ku Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbadî wê bi komeke ku navê wê 'serfirazî' ye beşdarî hilbijartina gulanê bibe.
Midûrê Ofîsa Çapemeniyê ya Îbadî, Heyder Hemada li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û wiha got:
"Serokwezîr Îbadî, ji bo hilbijartinê amadehiya îlankirina koma En-Nasrê (serfirazî) dike. Gelek kom, namzedên koalîsyonê û kesên ku dijî DEAŞa rêxistina terorî şer kirine dixwazin beşdarî koma Îbadî bibin."
Hemada got ku Serokwezîr Îbadî şert û mercên dixwaze jî eşkere kirine û wiha dewam kir:
"Îbadî ji kesên ku dixwazin di koalîsyona hilbijartinê de cih bigirin re got ku xwe ji hizbayetiyê dûr bixin. Îbadî dixwaze kesên profesyonel û ji bo pêşerojê genc bibin namzed. Listeya Îbadî wê ji bo hemû bajarên Iraqê be û di vê lîsteyê de jin jî wê di cihên herî baş de cih bigirin."
Îbadî gotibû hilbijartinên giştî û heremî wê 12ê gulanê bên kirin.