Haydar Şahin
11 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
CENEVRE
Li Zermatta bajarê Valaîsa kantona Swîsreyê ji bo 13 hezar tûrîstên ku ji ber barîna berfê û birîna ceyranê mehsûr mabûn seferên trênê dîsa dan destpêkirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, di van 2 rojên dawîn da ji ber rewşa hewayê ceyran hatibû birîn û îro dîsa ceyrana herêmê hat dayîn.
Hin kesên ku li ekîbên xilaskirina acil geriyan bi firokeyan ji herêmê hatin hildan û birin herêmên ewledar.
Hat ragihandin ku ji ber xeteraya aşîtê seferên trênê hatibûn sekinandin û do berêvarê bi qismî seferan dest pê kir, ji bo xetên ku hê seferên wan dest pê nekirine jî seferên otobêsan dan destpêkirin.
Di daxuyaniya berdevkiya polêsên kantona Valaîsê da hat destnîşankirin ku hê xetereya aşîtê dewam dike ligel vê rewşa herêmê ji do baştir e.
Zermatta li Alpên Swîsreyê wek navenda xweşiqitandin û çiyageriyê ya girîng tê qebûlkirin.