ANKARA
Wezîrê Karên Derve Davutoglu bûyerên li Misrê nirxand û li ser Twitterê peyamek parve kir. Davutoglu di peyama xwe de wiha got:
"Ez qetlîama ku li ser nimêja sibê hat kirin, bi navê nirxên mafê mirovahiyê ya ku ez her tim diparêzim, şermezar dikim. Em li bendê ne ku xwişk û birayên me yên Misrî, ji vir şûn de jî digel provokasyonan demokrasî û îradeya xwe ya azad dîsa biparêzin."
Davutoglu di peyama xwe de dest nîşan kir ku divê li Misrê pêvajoyeke siyasî ya normal dest pê bike û rêz li gelê Misrê bê girtin.
Davutoglu sersaxî da gelê Misrê û ragihand ku li Rojhilata Navîn daxwaza demokrasiyê bi pêş ve diçe û Misir jî li hêviya vê daxwazê ye. Tirkiye jî wê her tim piştgiriya gelê Misrê bike.