QAHÎRE
Şêwirmendê çapameniyê yê Serokkomarê berwext Adlî Mansûr Ahmed el-Muselmanî daxuyanî da televîzyona dewleta Misrê. Li gor daxuyaniyê Serokê Eniya Rizgariyê yê Navteweyî Mûhammed el-Baradaî kirin alîkarê Serokomarê berwext, Serokê Partiya Demokrat a Civakî ya Misrê û Pisporê Aboriyê Ziyad Bahauddîn anîn erka serokwezîriyê.
Serokê Partiya Nûrê Yûnus Mahyûn daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Mahyûn di daxuyaniyê de wiha got: ''Şertê me ev e, yê ku bibe berendamê Serokwezîriyê bila teknokrat û serbixwe be. Ne Baradaî ne jî Bahauddîn ji bo vê erkê berendamên guncav in. Em emdamtiya her du navan jî red dikin.''
Mahyûn wiha axivî: ''Me şert û mercên xwe pêşkêşî Serokkomarê berwext Adlî Mansûr kir. Ji bo Serokwezîrtiyê me 10 navên ku di nav de Wezîrê Bazirganiyê Ahmed Cuveylî, Serokê Bankeya Navend a berê Farûk el-Ukde jî hebûn pêşniyar kir.''
Mahyûn wiha pê de çû: ''Fikara me ev e ku ji partiyên heyî yên siyasî yek bibe desthilatdar dê bibe sedema parçebûnê. Îtiraza me ya Serokwezîriya Bahauddîn ne bi partiyê re eleqeder e ne jî şexsî ye. Welat di heyameke hesas de ye, ji ber vê yekê pêdiviya me bi berendamekî serbixwe heye.''