29 Îlon 2017•Rojanekirin: 30 Îlon 2017
REQA/ANKARA
DEAŞa rêxistina terorê li navenda bajarê Reqaya ser Sûriyeyê hemberî PKK/PYDya rêxistina terorê ya DYA piştgirê wê ye dest bi êrîşê kir.
Li gor agahiyên nûçegihanên AAyê ji çavkaniyên biewle yên li herêmê hilda DEAŞê duh bi şev li aliyê rojhilatê navenda bajêr dijî PKK/PYDê dest bi êrîşên tund kir.
Milîtanên DEAŞê ewilî girtin ser bajaroka Meşlebê ya di bin kontrola unsûrên PKK/PYDê da bûn û paşê jî bi wesayîtên bizirx girtin ser Samraya bajaroka Reqayê.
Çavkaniyan ragihand ku DEAŞê du bajarokên mezin xist bin kotrola xwe û bi dehan milîtanên wê mirin û ji aliyê PKK/PYDê jî ji sedî zêdetir kes mirin.
Kesên agahî dan îdia kirin ku di şer û pevçûnan da çend eskerên DYAyê jî mirin û eskerên birîndar jî rakirine bajaroka Eyn Îsaya di bin kontrola PKK/PYDê da ye.
DEAŞê êrîşa sêyemîn jî bir ser herêma Nexweşxaneya Wetanê ya li navenda bajêr e û ew der jî xist bin kontrola xwe.
PKK/PYD ku bi operasyona di 6ê hezîranê bi piştgiriya DYAyê dabû destpêkirin da ji sedî 80yî navenda Reqayê xistibû bin kontrola xwe, lê bi şerên dawîn nîvê bajêr ji bin kontrola wê derket.
Çavkaniyên herêmî dibêjin ku şer û pevçûnên di navbera herdu rêxistinên terorê da didomin.
Li gor pîvandina qada nexşeyê ya ku AAyê kir axa Sûriyeyê ji sedî 23ê di bin dagirkeriya PKK/PYD da ye û ji sedî 14 jî di bin dagirkeriya DEAŞê da ye.