Abdullah Tel
29 Îlon 2017•Rojanekirin: 29 Îlon 2017
BEXDA
Wezareta Karên Derva ya Iraqê diyar kir, Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo çareserkirina qeyrana di navbera hikûmeta navendî û Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da ji ber referanduma nemeşrû qewimî, navbeynkarî pêşniyaz kir.
Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Îbrahîm el-Ceferî û Nûnerê Taybet ê Iraqê yê Sekreterê Giştî yê NYyê Jan Kubîs li paytext Bexdayê hevdîtin kirin û wezaretê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li gor daxuyaniyê Kubîs got: "Em wek NY ji bo helkirina pirsgirêka we ya bi HKIyê ra ji bo alîkariyê amade ne. Civaka navneteweyî piştgirê yekîtiya axa Iraqê ye. Iraq bi taybetî jî bi saya serfiraziya hemberî DEAŞa rêxistina terorê niha bala çar aliyê dinyayê kişandiye ser xwe."
Der barê hûrgiliyên pêşniyaza navbeynkariyê ya Kubîs da zêde agahî nehat dayîn.
Di daxuyaniyê da Ceferî jî xwest ku bila NY li Iraqê roleke hê bi bandor hilde ser milê xwe.