21 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2016
KERKÛK
Hat ragihandin ku DEAŞa rêxistina terorê li Dibisa navçeya Kerkûkê ya li bakurê Bexdayê êrîşî santraleke ceyranê kir û di êrîşê da 3 jê welatiyên Îranê 13 sivîl mirin û 4 hêzên ewlehiyê jî birîndar bûn.
Evdila Nûreddînê Qaymeqamê Dibisê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "DEAŞê êrîşî satraleke ceyranê kir. Milîtanekî bombeya li ser xwe teqand û 13 xebatkarên santralê mirin."
Nûreddîn diyar kir ku hêzên ewlehiyê midaxele kirin û wiha got: "3 milîtanên ku ketin santralê hatin kuştin û yek jê serbaz 3 polês jî birîndar bûn."
Nûreddîn destnîşan kir ku 3 xebatkar jî welatiyên Îranê bûn.
Hat diyarkirin ku li navenda Kerkûkê qedexeya derketina derva dewam dike.