Fatih Gazioğlu
21 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2017
AGRI
Adem Kiliççiyê boksorê neteweyî beşdarî dengdayîna "wêneyên salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bû.
Adem Kiliççi ji bo konferansa ku ji aliyê Midûriyeta Spor û Ciwanan ya Bajêr va tê lidarxistin hat Agiriyê. Kiliçî li vê derê wêneyên ku nûçegihanên fotoyê yên AAyê li nav welêt û derveyî welêt kişandin nihêrî.
Kiliççi di kategoriya nûçeyê de raya xwe da wêneyê Elîf Ozturk a bi navê "Tirkiye Li Hember Derbeyê Yek Deng e" û wêneya Wisam Hashlamoun a ku bi navê "Zarokê 14 salî yê ku sembolê berxwedanê."
Kiliççi di kategoriya "jiyan"ê de wêneyê Zekeriya Karadavut yê bi navê "Kostak bi girgiroka profesyonel vegeriya hêlîna xwe" û di kategoriya sporê de jî wêneyê Abdullah Çoşkun ya "Kêfa Tirkiyeyê" eciband.
Kiliççi got ku hemû wêne gelek baş hatine kişandin û wî tercîhan de zehmetî kişand. Kiliççi wiha got:
"Ajansa Anadoluyê ajanseke mezin e gelek bitecrube ye. Her dem li hemû erdan e û arîkariya hemû mezlûman dike."