01 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2015
PARÎS
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, destnîşan kir ku di hevdîtina xwe ya di gel Obamayî da, nirxandina têkiliyên navbera Tirkiye û Rûsyayê da kirin û got, "Mebesta me di vir da, bê ka emê vî karî çawa bi serenavên dîplomatîk bigihînIn encamê. Ji ber ku rageşî, me xemgîn dikin."
Erdogan piştî hevdîtina digel Serokê DYAyê Barack Obama li baregeha Nûnertiya Daîmî ya OECD ya li Parîsê, daxuyaneke kurt da.
Erdogan anî ziman ku mijara serekî ya civînê DAEŞa rêxistina terorê û têkoşîna hevbeş ya dijî wê bû got, "em weke aliyên hevpeymaniyên li ser hûrgiliyên têkoşînê rawestiyan."
Erdogan destnîşan jî kir ku mijara bûyera di navbera Tirkiye û Rûsyayê nirxandine û got, "Me nirxandina vê kir. Mebesta me di vir da, bê ka emê vî karî çawa bi serenavên dîplomatîk bigihînin encamê. Ji ber ku rageşiyên herêmê, me xemgîn dikin. Ev zererê dide herdu aliyan. Derdê me ne ew e ku em bi xesar derkevin, bi berevajî wê, derdê me ew e ku aştî li herêmê pêk were."
Serokomar Erdogan weke mijareke din a hevdîtinê tirkmenên Bayirbûcakê destnîşan kir û got, "Herêma ku Tirkmenê Bayirbûcakê tê da ne, ne ew herême ku DAIŞ tê da ye, di wê derê da hevnijadên me, xizmên me dijîn. Bordûmankirina wê herêmê, di nava 3 mehan da, kuştina zêdetirî 500 mirovî, kuştina sivîlan, li ser navê aştiya cîhanê bûyerên xembar in. Em hêvîdar in ku bi şêweyekî lezgîn em van derbas kin."