01 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2015
KILÎS
Balafirên ûris ji hewayê Azeza navçeya Helebê bombebaran kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hilda, balafirên şer ên ûris serê sibê cihên nêzîkî navçeya Azezê bombebaran kirin.
Dengê teqînan ya ku ji gundê Yazibaglara ku tirkmen lê dijîn, ji Kilîsê jî tê bihîstin. Dûyê ji herêmê bilind dibe ji navenda Kilîsê tê dîtin.
Balafirên ûris di nav hefteya dawîn de li hember tirên ku alîkariyê biribûn Azezê du êrîş kiribûn. Di êrîşan de 13 kes miribûn û gelek kes jî birîndar bûbûn.