Dildar Baykan Atalay
01 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2021
Di lêkolînên raya giştî yên li Amerîkayê tên kirin da rêjeya piştgiriya didin Joe Bîdenê Serok her ku diçe km dibe û rêjeya Kamala Harrîsa Alîkara Serok jî zêde dibe.
Herî dawîn di anketa Gallupê kir da Bîden ji hezîranê vir da 13 puan da der û rêjeya wî daket ji sedî 43yan
Wekî mayîn di heman anketê da rêjeya Harrîsê 6 puanan li pêşiya Bîden ket û derket ji sedî 49an.
Bîden di tebaxê da biryar da ku ji Efxanistanê vekişe û piştî vê gelek bûyer qewimîn û li sînorê Meksîkayê miemeleyeke nebaş li koçberên ji Haîtiyê hat kirin li ser vê Bîden gelekî tê rexnekirin.
Wekî mayîn Harrîsa her tim li aliyê paşiyê disekine vê carê ji ber miemeleya li koçberên ji Haîtiyê hat kirin bertekeke tund nîşan da û hat rojevê.