Türkan Tosun
25 Hezîran 2018•Rojanekirin: 26 Hezîran 2018
PEKÎN/CAKARTA
Encamên nefermî yên hilbijartina Serokomarî û Parlementeriyê ya Heyama 27emîn ên Tirkiyeyê di çapemeniya Asyayê de bi awayekî berfireh cih girt.
Ajansa nûçeyan a Çînê Şînhuayê bal kişande navê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û got li gor anketan wî zêdetir ray hilda.
Di nûçeya bi serenava "Di hilbijartinên krîtîk da serkeftin a Erdogan e" da hat gotin sîstema nû serokwezîriyê ji holê radike, serokomar him dibe serokê welêt û him jî dibe serokê hikûmetê.
- Japonya
Ajansa nûçeyan Kyodoyê bi serenava "Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartina serokomariyê de serkeftina xwe îlan kir" nûçeyek weşand û got Erdogan ji sala 2003an vir va desthilat e.
Di nûçeyê de hat gotin hejmara parlamenterên AK Partî û MHPyê li meclisê zêde ye.
Têlevîzyona NHKyê jî got "Hilbijartina Erdogan wisa xuya dike ku wê tesîrê li ser herêmê bike" û têlevîzyonê bi bîr xist ku Erdogan 15 sale Tirkiyeyê bi rê va dibe.
- Endonezya
Ajansa nûçeyan a Endonezyayê Antarayê jî bi serenava "Erdogan di hilbijartina serokomariyê de bi ser ket" nûçeyek weşand û bal kişande rêjeya rayan a ji sedî 52,7an.
Rojnameya "Kompas"ê jî bi serenava "Erdogan serkeftina xwe îlan kir" nûçeyek weşand.
Di nûçeyê de hat gotin ray bilez hatin hilbijartin û Erdogan ji sedî 50î zêdetir ray hilda û ji bo 5 salan bû serokomar.
- Tayland
Rojnameya "The Bangkok Post"ê got Serokomar Erdogan di hilbijartinan de serkeftineke dualî bi dest xist û bal kişande taybetmendiya vê hilbijartinê.
Hat gotin di vê hilbijartinê de him ji bo serokomariyê û him jî ji bo parlamenteriyê ray hatine dayîn.
- Malezya
Rojnameya "The Star"ê jî bal kişande serkeftina Erdogan û got wî di hilbijartinan de nîvê rayan hilda.
- Sîngapur
Rojnameya "The Straît Tîmes"ê jî ji xwînerên xwe ra got Erdogan di serokomariya xwe de heyama xwe ya duyemîn bi dest xist.