Haydar Şahin
13 Nîsan 2018•Rojanekirin: 14 Nîsan 2018
WASHINGTON
Hat ragihandin ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê û Theresa Maya Serokwezîra Îngiltereyê bi têlefonê axivîn, li ser bersiva hevpar a ku ji bo li Sûriyeyê bikaranîna sîlaha bijehrî were dayîn sekinîn.
Qesra Sipî der barê axaftina Trump-Mayê da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Herdu serokan mizakereyên xwe yên ji bo lazimiya bersivdayîna hevpar a li dijî bikaranîna sîlaha bijehrî domandin."
Sarah Sandersa Berdevka Qesra Sipî duh diyar kiribû ku li Konseya Ewlehiya Neteweyî ya di serokatiya Trump da ji bo rojeva Sûriyeyê "biryara dawîn nehat dayîn".
Sandersê piştî civînê daxuyaniya nivîskî dabû û diyar kiribû Turmp ê bi Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê û Theresa Maya Serokwezîra Îngiltereyê ra bi têlefonê biaxive.
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di daxuyaniya xwe ya dawîn da ji bo bersiva ku ew ê bidin rejima Esed gotibû, "Em ê îro li ser Sûriyeyê çend civînan bikin. Em ê mêze bikin hela ew ê çi bibe. Em rewşê ji nêz va dişopînin."