Haydar Şahin
03 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
ANKARA
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê hişyarî da Selman bîn Ebdilezîzê Qralê Erebistana Siûdî û got ku heke piştgiriya Amerîkayê nebe ew ê di nav 2 hefteyan da ji text were daxistin, dibê berdela vê bide.
Trump li Eyaleta Missîssîppiyêj ji bo hilbijartina navberê ya kongreyê mitîng li dar xist û di mitîngê da got, "Ez ji Qral Selman hez dikim, lêbelê ji wî ra dibêjim ku, 'Li min mêze bike Qral, em te diparêzin. heke me nebin dibe ku di nav 2 hefteyan da ji text werî daxistin. Dibê artêşa xwe bi xwe xwedî bikî, mecbûrî ku pereyan bidî'."
Trump negot ku gelo kînga bi Qral Selman ra axiviye.
Hatibû ragihandin ku Serokê Amerîkayê herî dawîn roja şemiyê bi Qral Selman ra axiviye.