Nihat Kavşut
07 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2019
Li Sûriyeyê di nav hefteya dawîn da ji ber êrîşên rejima Beşar Esed û Rûsyayê yên li Îdlibê ku di nav sînorên Herêma Kêmkirina Aloziyê da ye 25 hezar sivîl koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.
Li gor agahiyên ku Kordînatoriya Midaxeleya Sûriyeyê da nûçegihanê AAyê di hefteya ewil ya vê mehê da ji ber êrîşên eskerên rejima Esed, Rûsya û komên terorîst yên biyanî ku Îran piştigiriya wan dike ji Herêma Kêmkirina Aloziyê ya Îdlibê 25 hezar sivîl ji cî û warê xwe bûn.
Mihemed Halajê Midûrê Kordînatoriya Midaxeleya Sûriyeyê diyar kir li herêma Îdlibê rewşa însanî her diçe xirab dibe û got ku tenê di nav hefteya dawîn da 25 hezar sivîl ji cî û warê xwe bûn.
Halaj diyar kir li navçeyên Marrtînnuman, Seraqib û Erihayê û dorberê qederê 425 hezar sivîl dijîn û got ku tundî li herêmên din belav bibe wê hejmara sivîlên koçber dibin zêde bibe.
Mihemed Halaj destnîşan kir hêzên rejimê û Rûsya ji bona sivîl venegerin êrîşî nexweşxane, dibistan, mizgeft, navendên sivîlan û malan dikin.
Piraniya sivîlên ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê direvin li hember Reyhanliya navçeya Hatayê li ser axa Sûriyeyê xwe dispêrin kampên li herêmên Atme, Kah, Deyr Hasan û Kefer Lusînê, qadên zeytûnan yên li Îdlibê û herêmên Herekata Mertalê Feratê û Herekata Çiqlê Zeytûnê.