Fatih Gazioğlu,Abdullah Tel
07 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2019
Li Bexdaya paytextê Iraqê li Meydana Hellaniyê ya çalakiyên dijî hikûmetê dewam dikin duh 16 kes ji hêla hin kesên ku nasnameya wan ne diyar e hatibûn kuştin.
Li Iraqê di kuştinan da bal li ser "aliyê sêyemîn" e.
Li Iraqê li çendîn herêman ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê xwepêşandan tên lidarxistin û di van xwepêşandanên ku 1ê cotmehê dest pê kirin da heta niha ji 460î zêdetir kes hatin kuştin.
Li ser çalakiyan Serokwezîr Adil Ebdulmehdî 29yê mijdarê ji wezîfeya xwe îstifa kiribû.
Hikûmeta navendî heta niha der barê kujerên ku nasnameyên wan ne diyar in tu daxuyanî nedane.
Ji hikûmetê bi tenê Wezîrê Parastina Iraqê Necah eş-Şammarî daxuyanî 15yê mijdarê daxuyaniyek dabû kanaleke televîzyona Iraqê ya herêmî û gotibû ji kuştina "aliyekî sêyemîn" berpirsyar e.
Li gor agahiyan Wezîr Şammarî bi vê şîroveyê qesta Îranê kir û lêbelê der barê vê daxuyaniyê ji hikûmeta Iraqê tu daxuyanî nehatin dayîn.
- Ji rayedarê Yekîtiya Ewropayê pirsa "ev aliyê sêyemîn kî ye"
Ji hêla din va Balyozê YEyê yê Iraqê Martîn Huth li ser hesabê xwe yê Twîtterê parvekirinek kir û wiha got: "Em ji ber kuştina çalakvan û hêzên ewlehiyê gelekî bi hêrs û xemgîn in."
Di daxuyaniya xwe da pirsî û got: "Bi rastî jî aliyê sêyemîn û êrîşkar kî ne?"
Li ser pirsa rayedarê YEyî ji Iraqiyan gelek bersiv hat û di şîroveyan da herî zêde qesta milîsên Şiî yên nêzî Îranê hat kirin.
Bikarhênerekî Twîtterê ji Huth ra got: "Hûn baş zanin ku ev kî ne? Jixwe Amerîkayê bo lîderekî wan mueyîde danî. Wek Balyozê YEyê divê hûn jî berpirsyariyên xwe bi cih bînin û ji dinya û alemê ra bibêjin ku çi diqewime û vê bibêjin. Em vê ji we dixwazin. Mirov tên kuştin."
Di nav bersivên ji bo şîroveya Huth hatin dayîn da herî zêde bal kişandin ser Qeys Xezeliyê lîderê Rêxistina Asayîb Elxaliqê ya ser Heşdî Şabiyê ya nêzî Îranê ye ku Amerîkayê ew duh hilda nav lîsteya kesên wê rastî mueyîdeyan bên.
- Qeys Xezelî kî ye?
Xezelî di sala 1974an da li Bexdayê hatiye dinyayê û şagirdê Mihemed Sadiqê bavê Muqteda Sadrê ku niha lîderê Hereketa Sadrê ya li Iraqê ye. Sadiq di sala 1999an da piştî ku tevlî du kurên xwe hat kuştin û Xezelî jî di sala 2004an da wek berdevkê Muqteda Sadr dest bi wezîfeyê kir.
Xezelî û Sadr ji ber ku di hin mijaran da li hev nekirin ew ji herekatê qetiya û di sala 2006an da Rêxistina Asayîb Elxaliqê ava kir. Li Iraqê dema şerekî navxweyî dest pê kir navê rêxistina ku di bin serokatiya Xezelî da bi êrîş û çalakiyên li hemberî Amerîka û Îngiltereyê derket pêş.
Xezelî û birayê wî Leys di 20ê Adara sala 2007an da ji ber ku li Iraqê 5 welatiyên Îngiltereyê revandin û li ser vê hêzên Îngiltereyê ew qefaltin û avêtin zindanê. Di sala 2010an da di berdêla Peter Mooreyê welatiyê Îngiltereyê da yê ku hatibû revandin hat berdan.
Li Iraqê gorî raporên saziyên fikrê yên navneteweyî û medyaya civakî niha bi qasî 10 hezar milîsên hêza Xezelî hene û di hilbijartina giştî ya Iraqê ya di Gulana sala 2018an da jî 15 parlementer şand meclisê.