16 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
LAHEY
Li Hollandayê Partiya Gel a Demokrasî û Azadiyê (VVD) ya pêşengê wê Serokwezîr Mark Rutte ye di hilbijartina giştî da bi ser ket.
VVDyê di hilbijartinê da 33 parlementer derxist û bû partiya yekemîn û Partiya Azadiyê (PVV) jî bû duyemîn.
Rutteyê di sala 2012an da 41 parlementer derxistibû û bi serkeftina xwe barê Yekîtiya Ewropayê (YE) sivik kiribû, li gor encamên berê li paş ma.
Li gor encamên hilbijartinê wê hikûmeta koalîsyonê ya herî kêm ji 4 partiyan pêk tê were avakirin.
Li Hollandayê xelk di bin tesîra gotinên nijadperest, dijîtiya Îslamê, neyartiya li dijî biyaniyan û helwesta li dijî wezîrên Tirkiyeyê da çûn ser sandoqê.
Di hilbijartinê da hezar û 114 namzed û 28 partî ji bo 150 parlementeran ketin ber hev. Rêjeya beşdarbûna xelkê Hollandayê ji rêjeya ji sedî 74,6 a sala 2012an derbas bû û gihîşt ji sedî 82yan.