Sevim Hatun
23 Mijdar 2017•Rojanekirin: 23 Mijdar 2017
ANKARA
Bangladeş û Myanmarê li mijara vegera misilmanên arakanî yên ji ber zilmê xwe sipartin Bangladeşê li hevdu kir.
Li gor xeberên li ser çapemeniya Bangladeşê hatin belavkirin Wezîrê Karên Derva yê Myanmarê û Berpirsê Serokatiya Dewletê Aung San Suu Çii û Wezîrê Karên Derva yê Bangladeşê Mehmûd Elî îro danê sibê li Myanmarê hevdîtineke ku 45 deqîqe kişand kir.
Piştî hevdîtinê Wezîrê ji Bangladeşê Elî diyar kir ku digel Sekreterê Giştî yê Serokatiya Dewletê yê Myanmarê U Kyaw Tint Swe peymana "Ji bo Kesên li Eyaleta Arakanê ji Cî û War Hatine Kirin Vegerin Welatê Xwe" îmze kirine.
Der heqê hûrgiliyên peymanê de tu agahî nehatin parvekirin, herwiha der barê dîroka vegera welêt a misilmanên arakanî de tu agahî nehat diyarkirin.