Önder Beyter
23 Mijdar 2017•Rojanekirin: 23 Mijdar 2017
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Çawa ku Xazî Mustafa Kemal Ataturk nirxê hevbeş ê hemû gelê me ye, wisa jî artêşa me ya me hemûyan e. Ez bawer im sala bê hejmara serîlêdanên dibistanên me yên cengê wê qat bi qat zêde bin. Ji ber ku ev artêş, ne artêşa derbekar, cûntakar, wesayetkaran e. Ev artêş, artêşa FETOyiyan qet nîne. Ev artêş, ne artêşa tu dezgeheke dereke ye. Ev artêş, bi tenê artêşa Tirkiyeyê ye, artêşa gelê tirk e. Hemû êrîşên li dijî Artêşa Tirkiyeyê di heman demê de li dijî min in jî. Derbekerên di nav ertêşê de paqijkirin û li dijî xayinên cunkerên têkoşîn tiştekî, tevgerên ku dibin sedema bêhêzbûna artêşa me, tevgerên ku dibin sedema rencîdebûna eskerên me tiştekî dinê ye. Em têkoşîna li dijî xayinan didomînin, em ê bidomînin jî lê em ê destûrê nedin tu kesî vê rewşê wekî firsendê bi kar bîne û efserên me, eskerên me aciz bike.
Erdogan: "Weke dibistanên herbê yên din deriyê Dibistana Herba Bejahî ya me jî wê ji hemû ewladên miletê me ra wê vekirî be û xwendekaran qebûl bike. Wê tu derfetê nede tu îdeolojî, girse û hişmendiyeke marjînal ku dibistanên me bi dest bixin; ez bawer dikim ku me pergaleke bi temamî xwemalî û bi temamî neteweyî li van deran çêkir." "