ERBÎL
Berdevkê Wezareta Darayî yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Dilêr Tariq got ku sedema pirsgirêka lihevnekirina pêşnûmaya butçeyê ya 2014an a Iraqê ew e ku, hikûmeta Bexdayê li gor qanûnê tevnager e.
Tarik nûçegihanê AAyê re got ku di salên dawîn de mijara butçeyê di navbera revebirên Bexda û Hewlêrê de her tim dibe sedema qeyranê û wiha axivî:
"Dema em mafê xwe dixwazin, mesrefên hikumeta Bexdayê wek sedem nîşanî me didin. Mesrefên hikûmetê dibe sedema kêmkirina butçeya me. Mînak mesrefên ziyaretên Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ji butçeya Kurdistanê tê birîn. Lê mesrefên ziyaretên Nurî el-Malikî ji butçeya hevpar tê birîn. Tu qanûn û rêzikan de madeye ku vê tevgera wan erênî bike tune. Dema ku ev mesref û xerckirin zêde dibin, butçeya me jî kêm dibe."