Alîkarê Wezîrê Ekrem daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Piraniya xetên boriyan ên neftê yên ku dikevin rojavayê welêt ji kontrola me derketin û ketin destê komên çekdar ên girêdayî rêxistina terorê." Ekrem destnîşan kir ku ew hewl didin ku ber û berhemên neftê sewqî bajarên cuda yên welêt bikin.
Hatibû daxuyandin ku milîtanên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) kontrola Mûsil û hin navçe û bajarokên Iraqê bi dest xistiye.