Parlementoya Birêvebiriya Herêma Kurdistanê pêşnûmaya ku dixwaze "Komîsyona Amadekirina Destûra Bingehîn" bê avakirin qebûl kir.
Pêşnûmaya ku partiyên siyasî teklîf kir li parlementoyê bi pirdengî (li hember 1ê 70 dengî) hat qebûlkirin. Partiya Komunîst, Tevgera Îslamî, Areste û Partiya Sosyalîst bi hinceta ku li komîsyonê cî nedan wan rûniştin boykot kirin.
HKI di nav Iraqa Federal de xwediyê birêvebirineke herêmî ye. Komîsyona ku dê destûra bingehîn a HKIyê amade bike dê ji 21 kesan pêk bê. Komîsyon dê 3 mehan bixebite û "yekemîn destûra bingehîn" a herêma Kurdistanê temam bike.
Hat diyarkirin ku madeyên der barê dirêjkirina maweya peywira Mesûd Barzaniyê Serokê HKIyê û referandûma ku serxwebûna herêmê plan dike jî di pêşnûmaya destûra bingehîn de cî digirin.
Di komîsyonê de dê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 7, ji Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) û Tevgera Goran 4 kes, ji Partiya Yekîtiya Îslamî 2, ji Partiya Civaka Îslamî û tirkmen û xiristiyanên ku ser kotaya kêmnetewe tên hesibandin dê endamek cî bigirin. Hat ragihandin ku dê endamtiya din jî bidin partiyên din ên biçûk.
Parlementerê Eniya Tirkmenên Iraqê Aydin Merûf daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Cara ewil dê destûra bingehîn a herêma Kurdistanê çêbe. Pêşnûmaya destûra bingehîn a ku berê hat amadekirin ji ber ku nebirin referandûmê neket meriyetê. Ji ber ku şert û mercên siyasî yên li herêmê guherîn, bû mecbûriyet ku destûreke bingehîn a nû bê çêkirin. Di vê destûra bingehîn de madeyên wekî dirêjkirina maweya peywira Mesûd Barzanî, serxwebûn, nexşeya herêma Kurdistanê û herêmên binîqaş jî dê cî bigirin."
Tirkmen di komîsyona destûra bingehîn de bi kesekî tên temsîlkirin. Merûf ev yek rexne kir û wiha axivî: "Me bi israr du endam xwestin lê nehat qebûlkirin. Di metna destûra bingehîn a ku dê bê amadekirin de heke mafên tirkmenan nekeve bin temînatê em ê li dijî vê derkevin. Em dixwazin ku tirkmen wekî gelê duyemîn di destûra bingehîn de cî bigirin û tirkmenî wekî zimanê fermî bê qebûlkirin. Heke ev neyê kirin em di referandûma de dengê "erê" nadin.
Li ser qeyranên wekî îxrackrina neftê ya bi hikûmeta federal a Iraqê re, parvekirina budçeyê û herêmên binîqaş Mesûd Barzanî telîmat dabû Parlementoya HKIyê ku amadehiya referandûmê bikin. Pêşnûmaya destûra bingehîn wekî pêşamadehiya referandûmê tê dîtin. Herêma Kurdistanê niha bi Destûra Bingehîn a Iraqê û qanûnên herêmî tê birêvebirin.