27 Tebax 2016•Rojanekirin: 29 Tebax 2016
MARDÎN
Li Omerliya navçeya Mêrdînê di parêzgeheke PKKya rêxistina terorê da 140 çewal amonyum nîtrata ku di êrîşên wesaîtên bombebarkirî da tê bikaranîn, hat bidestxistin.
Li gor agahiya ku hat hildan, li navçeyên Omerlî û Nisêbînê di çarçoveya xebatên "Operasyona Yekîtiya Taybet" da li texma Duyguluya navbera navçeyên Omerlî û Nisêbînê parêzgeheke wek şikeftan ya rêxistina terorê hat tesbîtkirin.
Hêzên ewlehiyê di parêzgehê da lêgerîn kir û di 140 çewalan da 7 ton amonyum nîtrat hat bidestxistin.
Hêzên ewlehiyê amonyum nîtrat îmha kir.
Hat gotin ku wê ev amonyum nîtrat li Mêrdînê di êrîşeke wesaîta bombebarkirî da bihata bikaranîn.