BANGÛÎ
Di robarê Ûbangûiyê de yê li Banguiya paytexta Komara Afrîkaya Navîn duh dîsa term hatin dîtin.
Nûçegihanê AAyê yê li herêmê diyar kir ku term di bin mawnayeke li ser robarê de hatin dîtin.
Nûçagihanî got ku bi van re jimara gorên komî yên ku di hefteyekê de hatin dîtin, derket 3yan.
Li gor daneyên dawîn yên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li komara Afrîkaya Navîn di şerê navxweyî yê ku ji Adara 2013an heta niha berdewam dike de, ji 1000î zêdetir kes mirin û 210 hezar kes ji malên xwe bûn.
Rêxistinê berê jî destnîşan kiribû ku hêzên parastina aştiyê yên navneteweyî di astengkirina qirkirina misilmanên li rojavayê welêt de, bi ser neketin.