08 Gulan 2016•Rojanekirin: 09 Gulan 2016
İSTANBUL
Serokomar Erdogan got: "Ji wan yên ku dibêjin em dijî rêxistina terorê ya DAEŞê şer dikin tu kesê heta niha qasî me zirar nedaye rêxistina terorê û di vî warî da kesî qasî me bedêl nedaye. Em ji aliyekî va bi bombeyên ku li ser Kilîsê dikevin ji aliyê din va jî bi bombeyên xwekujiyê va eleqedar dibin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, beşdarî Merasima Xelatdayinê ya Pêşbirka Kurtefîlman a Navneteweyî ya ku temaya wê "edalet û merhemet" ya ji aliyê Şaredariya Çekmekoyê va, li Navenda Hunerê hat lidarxistin bû.
-"Bêxemiya bi milyaran însanî dilan disoje"
Serokomar Erdogan got ku li aliyek dinyayê însanên bê sûc û guneh tên qetilkirin û însanên li aliyê din ê dinyayê li hemberî vê bêxem in û ji bo jiyaneke bikonfortir hewl didin û wiha pê da çû: "Jin û zarokên bêçare yên ji ber zilma dîktator û gefên rêxistina terorê ya bê tirs revîn, li hemberî xwe milên ku bi dilovanî ji bo wan hatine vekirin nabînin, bereksê wê deriyên ku li rûyê wan hatine girtin, sînorên ku bi dîwaran va hatine girtin dibînin."
-"Ne edalet ne jî merhemeta vana heye"
Erdogan got ku şerê li Sûriyeyê ev 6 salin ku dewam dike, mirovahî li hemberî vî şerê di ezmûneke derbas dibe û wiha dewam kir:
Tirkiyeyê dilê xwe û deriyên sînorên xwe ji mezlûm û mexdûran ra vekirin. Ew kesên ku di van mijaran da bêdeng diman, gava ku dor hat wan pêşî deriyên sînoran girtin. Ev zalim in, dîktator in. Me ji bo çareserkirina pirsgirêkê hewl da. Lêbelê hê jî ji bo meseleyê biguherînin hewl didin."
- "Di têkoşîna dijî DAEŞê da wan em tenê hîştin"
Serokomar Erdogan got: "Ji wan yên ku dibêjin em dijî rêxistina terorê ya DAEŞê şer dikin tu kesê heta niha qasî me zirar nedaye rêxistina terorê û di vî warî da kesî qasî me bedêl nedaye. Em ji aliyekî va bi bombeyên ku li ser Kilîsê dikevin ji aliyê din va jî bi bombeyên xwekujiyê va eleqedar dibin. Di şerê dijî DAEŞa rêxistina terorê da wan em tenê hîştin. Berteka ku piştî teqîna li Enqere û Stenbolê nîşan dan û ya ku piştî çalakiyên li Parîs û Brukselê nîşan dan ne yek e. Ev ferq nîşaneya bê edeletiyê ye."