Muhammet Kurşun
08 Hezîran 2018•Rojanekirin: 08 Hezîran 2018
ÎDLIB
Midûrê Parastina Sivîlan li Îdlibê ku wek Kumspî tên naskirin Mustefa Hac Yûsuf, bo peyamnêrê AAyê ragihand ku êriş li gundê Zerdeneyê ku dikeve bakurê Îdlibê hat kirin.
Di êrişa ser Îdlibê de 20 kes hatin kuştin
ÎDLIB (AA) - Li Îdliba ku di nav sînorê kêmkirina aloziyê de ye êrişa esmanî hat kirin û 20 sivîl hatin kuştin 80 sivîl jî birîndar bûn.Midûrê Parastina Sivîlan li Îdlibê ku wek Kumspî tên naskirin Mustefa Hac Yûsuf, bo peyamnêrê AAyê ragihand ku êriş li gundê Zerdeneyê ku dikeve bakurê Îdlibê hat kirin.Hac Yûsuf diyar kir ku di nav birîndaran de 5 wezîfedarên wan jî hene û êriş li cihê sûkê û nêzîkî mizgeftekê hat kirin. Mala çavdêriya muxalifan jî ragihand ku balafirên êriş pêk anîn ji Laziqiyê rabûn û bi cure SU 24 yên Rûsan in. ( Ahmet Mimar - Anadolu Agency )
08.06.2018 Ahmet Mimar
1 / 7
Hac Yûsuf diyar kir ku di nav birîndaran de 5 wezîfedarên wan jî hene û êriş li cihê sûkê û nêzîkî mizgeftekê hat kirin.
Mala çavdêriya muxalifan jî ragihand ku balafirên êriş pêk anîn ji Laziqiyê rabûn û bi cure SU 24 yên Rûsan in.