09 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2016
ÎDLIB
Hat ragihandin ku teyareyên Rûsyayê êrîşî Maaret en-Numana navçeya Îdliba bajarê Sûriyeyê ya ku di destê mixalifan da bû kirin, di êrîşê da 47 kes mirin û 100 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîlan ên li herêmê sitand, Teyareyên Rûsyayê li Maaret en-Numanê bombe di ser bazarê, malên sivîlan û girtîgeha di destê Eniya Nusrayê da barandin. Di êrîşê da piraniya wan sivîl 47 kes mirin û 100 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li ciyên ku bombe di ser da ketin zirareke mezin çêbû.
Wek mayîn hat ragihandin ku teyareyên ûrisan bombe di ser avahiya dadê ya ku di destê Eniya Nusrayê da ye jî barandin, ekîbên parastina sivîlan dixebitin ku mirî û birîndaran ji binê avahiya ku tep bû derxin.