Elif Orhan
06 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin ku jimara kesên ku di êrîşa li dêrê ya li Teksasa eyaleta DYAyê de 26 kes hatin kuştin, 20 kes jî birîndar bûn.
Di nûçeyê de agahî hat dayîn ku di nav miriyan de zarokekî 2 salî jî heye.
Di çavkaniyên herêmî de agahî nehat dayîn ka di dema êrîşê de li dêrê teqez çend kes hebûne û hat diyarkirin ku dora 50 kesî bi awayekî rêk û pêk beşdarî ayîna vê dêrê dibin.
Li herêma Sutherland Sprîngsa herêma eyaletê kesekî çekdar ketibû dêrê û eletexmînî gule berdadûn hawirdor. Hatibû eşkerekirin ku di êrîşê de 26 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn.
Ji herêma Wîlsonê Şerîf Joe Tackîtt dabû zanîn ku êrîşar hat kuştin.

- Serokê Emrîkayê Trump êriş wekî "êrişeke şeytanî" pênase kir û wiha got: "Ne mimkun e ku em êş û hestên xwe bi peyvan bînin ziman û em nikarin hestên kesên ku xizmên wan di bûyerê de hatine kuştin xeyal jî bikin. Dilê me şikestî ye."
Serokê Emrîkayê Donald Trûmp, piştî êrişa çekdarî ya ser dêreke li eyaleta Teksasê bi daxuyaniyek nivîskî peyama "em ê bihêz bin" da.
Trumpê li Japonyayê ye, der barê êrişa çekdarî ya li Teksasê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Trump êriş wekî "êrişeke şeytanî" pênase kir û wiha got: "Ne mimkun e ku em êş û hestên xwe bi peyvan bînin ziman û em nikarin hestên kesên ku xizmên wan di bûyerê de hatine kuştin xeyal jî bikin. Dilê me şikestî ye."
Donald Trump di daxuyaniyê de wiha got:
"Di rojên wiha zor û zehmet de ya herî baş ku emrîkayî bikin hevdugirtin e. Em destên xwe didin hevdu û bi hêsir û êşa xwe, bihêz disekinin. Rêveberiya min piştgiriyê dide rayedarên herêmî û eyaletan."
Li herêma Sutherland Springsê kesekî çekdar ketibû hundirê dêrê û gule berdabûn der dorê, di êrişê de 26 kes hatibûn kuştin û herî kêm 20 kes birîndar bûbûn.