Türkan Tosun
06 Mijdar 2017•Rojanekirin: 06 Mijdar 2017
HARTUM
Serokê Dewleta Sûdanê Umer El Beşîr lihevkirina Fetih û Hemasê wek "serkeftina dinyaya ereb û gelê Filîstînê" bi nav kir.
Li gor nûçeya SUNAya ajansa nûçeyan a Sîdanê Beşîr li Xertûmê Ezzam El Ehmedê nûnerê Serokê Dewleta Filîstînê Mehmûd Ebbas pêşwazî kir.
Ehmed nameya Mehmûd Ebbas da Beşîr û got name behsa geşedanên dawîn ên li Filîstînê û lihevkirina Fetih û Hemasê dike.
Beşîr anî ziman ku Sûdan li cem gelê Filîstînê ye û got peymana lihevkirinêya di navbera Fetih û Hemasê de serkeftina dinyaya ereb û gelê Filîstînê ye.
Heyetên Hemas û Fetihê li Qahîreya paytextê Misirê di 12ê Cotmehê de peymana lihevkirinê ya ku perçebûna Filîstînê ji holê radike îmze kiribûn.
Li gor vê peymanê Hikûmeta Lihevkirinê ya Filîstînê divê herî dawîn heta 1ê Çileya Pêşîn hemû wezîfeyên xwe yên li Xezzeyê wek yên li Şerîaya Rojava bîne cih.