Elif Orhan
11 Mijdar 2017•Rojanekirin: 11 Mijdar 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres got ku li Myanmarê rawestandin bûyerên şîdetê yên li ser misilmanên arakanî heyatî ye.
Guterres beriya ku derkeve geşta Asyayê daxuyanî da rojnemavanan û da zanîn ku divê statuya qanûnî bidin misilmanên li Arakanê.
Guterres diyar kir ku hember êrîşa ser van kesan nikarin ku bêdeng bimînin û bal kişand ku rawestandina bûyerên şîdetê yên li ser misilmanên arakanî heyatî ye.
Sekreterê Giştî Guterres qal kir ku divê derfet çêkin ku misilmanên arakanî vegerin malên xwe.
Artêşa Myanmarê bi hinceta têkoşîna dijî milîtanên çekdar va êrîşî mislimanên ji Arakanê dike û ji 25ê tebaxê vir da bi hezaran misliman hatin kuştin. Ji ber ku destûrê nadin kesek têkeve herêmê hejmara mirî û birîndaran baş nayê zanîn.
Di êrîşan da bi sedan gund bi destê artêşê û budîstên fanatîk hatin şewitandin. Bi dehan hezarî mislimanên ji Arakanê ji ber tunebûna ewlehiya canê xwe hewl didin ku ji herêmê dûr bikevin.
Tê texmînkirin ku li Arakanê di salên 1970yî de nêzî du milyonê misilman dijîn ji ber reva ji êrîşn sîstematîk ev reqam daket binê 200 hezarî.