01 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres eşkere navê wî neda lê polîtîkayên Serokê DYAyê Donald Trump yên der barê penaberan de rexne kir.
Guetterres li Zîrveya Yekîtiya Afrîkayê ya 28emîn de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Gutterres di daxuyanîya xwe de Etiyopya mînak nîşan da û got Etiyopyayê deriyê xwe vekir û bi sed hezaran penaber qebûl kirin.
Gutterres navê wî eşkere neda lê polîtikayên Trump yên der barê penaberan rexne kir û wiha axivî:
"Dewlet lazim e li gor nijad û dinê merivan sînora neparêze. Polîtikayên bi vî awayî tên kirin wê bibin sedema cudabûn û hêrsbûnê. Ev jî wê kêrî propagandaya rêxistinên terorê bê. Wê karê wan hêsantir bike."