Fatih Gazioğlu
11 Mijdar 2017•Rojanekirin: 11 Mijdar 2017
TÛNIS
Serokomarê Tûnisê El Bacî Qaîd es-Sibsî rewşa derasayî ya ku ji çiriya paşîn a sala 2015an heta niha dewam dikir, sê mehên din jî dirêj kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Serokomariya Tûnisê hat dayîn, Sibsî bi Serokwezîr Yûsif Şahid û Serokê Meclisê Mihemed Nasir re hevdîtinek kir û di encamê de biryar dan ku rewşa derasayî 3 mehên din jî dirêj bikin.
Li Tûnisê 24ê çiriya paşîn a sala 2015a êrîşeke bibombe li hember mihafizên Serokomariyê hatibû kirin. Piştî vê bûyerê ji bo mehekê rewşa derasayî hatibû îlankirin û piştra jî gelek caran hatibû dirêjkirin.
Ji ber rewşa derasiyî hêzên ewlehiyê li Tûnisê dikarin civînan qedexe bikin, qedexeya derketina derva îlan bikin, bê biryara mehkemeyê lêgerînan bikin û çapemeniyê kontrol bikin.