10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku li Sûriyeyê rejima Beşşar Esed li Îdliba herêma kêmkirina aloziyê agirbestê binpê dike û ragihand ku Îran û Rûsyaya garantor in divê pêşî li vê yekê bigirin.
Çavuşogluyê ku bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) mijarên di rojevê da ne nirxandin û pirsên edîtor û nûçegihanan bersivandin.
Wezîr Çavuşoglu bi bîr xist ku Tirkiyeyê ji ber êrişên rejima Esed duh gazî balyozên Îran û Rûsyayê yên li Enqereyê kir û li ser pirsên "Rejim niha li pey çi ye?, Tirkiye ji Îran û Rûsyayê çi dixwaze û li benda çi ye? gotûbêj kirin.
Wezîr Çavuşoglu li ser van pirsan diyar kir ku Tirkiye ji salekê zêdetir e dixwaze li Sûriyeyê agirbest çêbibe û ji bo vê jî gavên ewlehiyê zêde bikin diavêje û hewla vê dide.
Di axaftina xwe da Çavuşoglu bal kişand ser rewşa Sûriyeya ku li qadê tevlihevî zêde ye û binpêkirina agirbestê tê kirin û got ku rewşa dawîn ji bendewariyan zêdetir derket.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu garantoriya Îran û Rûsyayê ya li Sûriyeyê bi bîr xist û got ku divê Îran û Rûsya berpirsiyariyên xwe li wir bi cî bînin û wiha dewam kir: "Lazim e Îran û Rûsya berpirsiyariyên xwe bi cî bînin. Heke ku hûn bûbin garantor, bûn jî, bila rejimê bidin sekinandin. Ev êrişeke esmanî ya ji rêzê nîne. Rejim di nav Îdlibê da pêş va diçe. Li vê derê niyet tiştekî din e."