Türkan Tosun
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
XÛTAYA ROJHILAT/ANKARA
Li Xûtaya Rojhilat a li Sûriyeyê di bin dorpêça rejima Beşar Esed da ye di êrîşan de li gor agahiyên ewil 26 kes hatin kuştin.
Hêzên rejima Esed li navçeyên Duma û Harestayê, li bajarokên Eyn Terma, Seqba, Arbîn û Hamuriyeyê êrîş kirin.
Li gor çavkaniya Parastina Sivîl di êrîşên rejima Esed de li Sakbeyê 3 sivîl, li Hamuriyeyê 13 sivîl, li Haresta, Arbîn û Medyerey her yekê jî sivîlek hat kuştin.
Li navçeya Dumayê jî 7 sivîl hatin kuştin.
Xebatên lêgerîn û xilaskirinê ya Parastina Sivîl dewam dikin, birîndar jî rakirin nexweşxaneyan.
- Di nav 12 rojan de 147 sivîl hatin kuştin
Tîmên Parastina Sivîl li ser hesabên xwe yên civakî daxuyandin ku di êrîşan de li Xûtaya Rojhilat di nav 11 rojan de 121 sivîl hatine kuştin, 580 sivîl jî birîndar bûne.
Bi êrîşa îro va li Xûtaya Rojhilat di nav 12 rojan de 147 sivîl hatin kuştin.
Di nav vê demê de ji esman 453, ji bejahiyê 440 êrîşên fuzeyê û 2 hezar û 311 êrîşên topan çêbûn. Tîmên Parastina Sivîl hezar 42 kes ji bin enqazan derxistin.
Tîmên Parastina Sivîl daxuyand li Xûtaya Rojhilat di sala 2017yan de di êrîşan de 12 xebatkarên Parastina Sivîl bi tevahî hezar û 337 sivîl hatin kuştin.
Li Xûtaya Rojhilat bi qasî 400 hezar sivîl ev 5 sal in ku di bin dorpêçiya eskerî da dijîn. Herêma Xûtaya Rojhilat di çarçoveya peymana Astanayê da wek "herêma rageşî kêmkirî" hatibû îlankirin. Rejim 9 meh e dorpêça xwe li herêmê zêde dike.
Ji 600î zêdetir acil bi hezaran nexweş li bendê ne ku bên sewqkirin û tedawiya wan bê kirin. Ji nexweşan gelek qansêr in. Gelek zarok ji birçîna mirin.