Ekip
25 Nîsan 2022•Rojanekirin: 26 Nîsan 2022
Berpirsê Daîreya Karûbarên Derva ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dizeyî, hebûna rêxistina terorê PKKyê ya li herêmê rexne kir û got, "PKK malên feqîran hildiweşîne û xeracê distîne."
Dizeyî ji bo qanala "Kurdistan TV" ya navend Hewlêr, li ser rojevê daxuyanî dan.
Dizeyî wiha axivî, "PKK malên feqîran hildiweşîne û xeracê distîne. PKK li Mexmûrê, li Şengalê, li Xaneqînê û heta li nêzîkî Kerkûkê pirsgirêkan derdixe."
Dizeyî bal kişand ku PKK li HKIyê xwe wekî alternatîf disepîne û wiha got:
"Divê em serê ewil pirs bikin ka çi karê PKKyê li van herêman heye? Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeteke hilbijartî ye û ew ji van herêman berpirs e. PKK li Qendîlê û li van herêmên li qontarê Qendîlê xwe wekî alternatîfekê dibîne û navên wan herêman diguherîne. Ev nayê qebûlkirin. Gelo kê ew maf dayê ku navê van herêman biguherîne, xwe bisepîne û xeracê ji gel bistîne?"