Önder Beyter
17 Gulan 2017•Rojanekirin: 18 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku du leşkerên mensûbên Artêşa Pasdarên Şoreşê ya Îranê li Sûriyeyê di pevçûnan da hatin kuştin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî Îranê (IRNA) du leşkerên ji Tûgaya Zeynebiyûna li ser Pasdarên Şoreşê li Sûriyeyê di pevçûnan da jiyana xwe ji dest dan.
Cinazeyên leşkerên ku navê wan Seyîd Sacîd û Seyîd Nakî Şah e, şandin memleketê wan Qûmê.
Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku 6 sal e berdewam e da Îran piştevaniya leşkerî dide rêveberiya Beşşar Esed. Heya niha 15 jê general bêtirî hezar personelê leşkerî yê Îranê di şer û pevçûnan da hatin kuştin.