Li herêma Gûtaya rojhilatê Şamê, ji 2 salan vir ve ye ku ceyran tune û gelê li herêmê dijî ji bo çareserkirina pirsgirêkê hewl dide.
Şert û mercên jiyana sûriyeyiyên ku li herêma Gûtaya ji aliyê hêzên rejimê ve hatiye dorpêçkirin dijîn dijwar e. Hêzên rejimê him ji hewayê ve him jî ji bejayê ve êrîş dibin ser herêmê û destûrê nadin ku alîkariya însanî, tibî bidin herêmê. Sûriyeyiyên li herêmê dijîn bi tûrbîna bi bayê dişuxule ya ku di nava avê de bi cih kirine ceyranê hildiberînin.
Endazyarê ceyranê Harûn el- Rîşaviyê ku daxuyanî da nûçegihana AAyê got ku firokeyên şer ên artêşê bi bombeyên warîl û vakûmê êrîş birin ser herêmên di bin kontrola yên li dijî rejimê û di encama êrîşan de binesaziya herêmê serobino bû.
Rîşavî got ku di encama êrîşan de şebekeyên ceyranê jî xirab bûn û ji ber vê yekê ye ku li herêma rojhilatê Gûtayê ev 2 salin ku ceyran tuneye. Gelê ku li herêmê dijî, li gor derfetên xwe xanî û avahiyên xwe ronîdikin.
Rîşavî got ku lê ev têrê nake, ji bo vê jî bi hêza av û bayê ceyranê hildiberînin û bi vî awayî pirsgirêkê çareser dikin.
Rîşavî got ku ceyrana ku hildiberînin bi bihayeke maqûl difroşin gelê herêmê û wiha axivî: "Em li herêmeke ku her roj tê bombekirin dijîn. Em di nav şert û mercên dijwar de bi derfetên xwe ceyranê hildiberînin. Ji me ceyranê distînin û malên xwe pê ronî dikin."