Hin welatiyan bi îdiaya ku 12 rojin ceyranê nadin gûndê Kûrtûlûşa li ser navçeya Cizîrê, rêbeja Cîzre-Şirnexê ji trafîqê re girtin.
Gûndiyên Kûrtûlûşê bi hinceta 12 rojin ceyrana gûndê wan tûne, li ser rêya Cîzre-Şirnexê barîkat çêkirin û nehiştin ku wesayît herin û werin. Li ser vê yekê ekîbên Cendirmeyan li derdorê tewdîrên ewlehiyê girtin. Ji ber ku rêbej saetekî hat girtin li ser rê wesayît rêz bûn.
Muxtarê Gûndê Kûrtûlûşê Nûredîn Kûçû li ser telefonê bi rayedarên Şirketa Anonîm a Belavkirinê ya Dîcleyê (DEDAŞ) re axivî û kanî bû. Li ser vê yekê komê dev ji çalakiyê berda.
Ji gûndiyan Orhan Îlhan ragihand ku ji ber birîna ceyranê zarokên wan serma digrin û nexweş dikevin. Îlhan got ku ji bo ev pirsgirêk çarêser bibe ji rayedaran alikariyê dixwazin.