Li gor daxuyaniya ku ji Pentagonê hat kirin bi şandina van 300 leşkeran ve dê hejmara leşkerên DYAyê yên ku li Bexdayê wazîfedarin bibe 750. Serokê DYAyê Barack Obama duh der heqê vê meseleyê de ji Serokê Meclisa Nûneran John Boehner û Senatoyê re name şand, wan agahdar kir û da zanîn ku hêzên teqwîye yên ji bo Iraqê derketine rê.
Rayedarên Amerîkayî diyar kirin ku ji bo ewlehiya der û dora qada hewayê ya Bexdayê dê helîkopterek û balafirek bê mirov bişînin Iraqê. DYAyê duh û pêr ji bo Balyozxaneya xwe ya li Bexdayê û parastina mal û welatiyên xwe yên ku li Iraqê ne 200 leşker şandibû Iraqê.
Serokê DYAyê Obama di nav meha hezîranê de ji bo ku şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê bi cih bibin emir dabû.