NEW YORK
Gel eleqeyeke mezin nîşanî "Mihrîcana Fîlmên Havînê ya Bryant Parkê" ya li New Yorkê tê lidarxistin dide.
Bi saya mihrîcanê amerîkayî ji aliyekî ve seyranê dikin stresa kar ji ser xwe diavêjin, ji aliyê din ve jî kêfa sînemayê dikin. Di çarçoveya mihrîcanê de her hefte roja duşemiyê li parkê fîlm tên nîşandan.
Amerîkayî ji bo temaşekirina fîlmê çend saet berê tên parkê cihê xwe digrin.
Di çarçoveya mihrîcanê de cara dawî fîlma Serboriya Leşkerekî (A Soldier's Story) ya ku çêkerê wê Norman Jewison e hat nîşandan. Lehengên fîlmê yên sereke Howard E. Rollîns Jr. û Denzel Washington in. Temaşevanan berî fîlma navdar fîlma karton temaşe kir.
Mihrîcan dê 18 tebaxê de bi dawî bibe.