Sevim Hatun
19 Hezîran 2017•Rojanekirin: 19 Hezîran 2017
WASHINGTON
Koalisyona dijî DEAŞê ya ku serkêşiya wê DYA dike, piştî ku Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HDS) li balafira şer a tîpa SU-22yê ya rejima Sûriyeyê xist, hêzên koalisyonê balafir di saet 18.43an de li başûrê navçeya Tebqayê, bi balafirên F/A 18 Super Hornetê daxist.
Di daxuyaniya nivîskî ya Operasyonên Bibiryar ên Hêzên Yekbûyî de hat diyarkirin ku komên alîgirên rejima Sûriyeyê di saet 16.30an de êrîş birin ser gundê Cedîna li ser navçeya Tebqayê ku di kontrola HDSyê de ye. Di êrîşê de gelek mensûbên HDSyê birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên koalisyonê ji bo têkoşîna dijî DEAŞê li Sûriyeyê ne û wiha bedewam kir: "Hêzên alîgirên rejimê li dijî hêzên koalisyonê ku li Sûriyeyê bi awayekî meşrû li hemberî DEAŞê têdikoşe, êrîşan li dar dixin. Ev helwesta wan a dijî koalisyonê nayê qebûlkirin."