19 Hezîran 2017•Rojanekirin: 19 Hezîran 2017
LONDRA
Serokwezîra Îngiltereyê Theresa May got êrîşa li bakurê Londrayê ya ku piştî nimêja terewîhê nêzîkî Mizgefta Parkê ya Fînsburyê li hember misilmanan hat kirin muhtemelen êrîşa terorê ye.
Serokwezîrtiya Îngiltereyê daxuyand Serokwezîr May wê serê sibê di civîna kabîneyê (Cobra) ya acil de serokatiyê bike.
Di daxuyaniyê de gotinên May ya ku dibêje ev êrîş "îhtimalen ev êrîşa terorê ye" hat nivîsandin.
Di êrîşa Londrayê de mêrikek li cihê bûyerê mir. Ji 10 kesan 8 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin, 2 birîndarên ku birînên wan ne giran in jî li ser piyan hatin dermankirin.
Polêsên Londrayê daxuyandibûn ku li taxa Park Fînsburyê kamyonetekê li peyayan xistiye û şaxa têkoşîna dijî terorê wê lêkolînê bike ku ka sedema vê bûyerê çi ye.
Li gor saeta Tirkiyeyê di saet 02.20an de li taxa Park Fînsburyê ajokarekî dema cimaet ji nimêja terewîhê derdiket kamyoneta xwe ajotibû ser peyayan.
Sekreterê Giştî yê Konseya Misilmanên Brîtanyayê Harun Khan gotibû armanca vê êrîşê kesên ku ji terewîhê derdiketin bû û ev qesdî hatiye kirin.
Şahidên bûyerê gotin şofêrê kamyonetê li ser peyayan de ajotiye û qîriyaye gotiye "ezê misilmanan bikujim".
Şofêr hatibû binçavkirin.