Sevim Hatun
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2017
ÎDLIB
Di êrîşa ser Xan Şêxûna ser Îdliba bajarê dikeve aliyê bakurê Sûriyeyê de herî kêm 5 sivîl hatin kuştin.
Berpirsê Çapemeniyê yê parastina sivîl a Xan Şêxûnê Enes Diyab ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku balafirên şer ên rejima Esed êrîşa esmanî li dar xist, xebatkarên parastina sivîl ragihand ku ji bin enqazê 5 cesed derxistin.
Diyab got ku fuzeya ku di êrîşê de hat bikaranîn cara ewil dîtine, herwiha tirsa wan ew e ku hejmara miriyan zêde bibe.
Rejimê di 4ê nîsanê de bi çekên kîmyayî êrîşê herêmê kiribû. Di êrîşê de herî kêm 100 sivîl hatibûn kuştin.