Abdullah Tel
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
BEXDA
Li Bexdaya paytextê Iraqê Pêşdibistana Aynura Tirkmen ku Serokatiya Ajansa Koordînasyon û Hevkariya Tirk (TÎKA) restore kir, hat vekirin.
Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Fatîh Yildiz bi merasimekê pêşdibistan vekir û daxuyanî da nûçegihanê AAyê
Yildiz di daxuyaniya xwe de got: "TÎKAyê li Bexdayê di nav 6 mehan da îmzeya xwe avêt bin projeyên girîng. Emê projeyên TÎKAyê bibin taxên him tirkmen û him jî komên din lê dijîn."
Yildiz destnîşan kir ku ew dixwazin TÎKA li Kerkûkê jî projeyên xweş bixe rewacê.
Koordînatorê Bexdayê yê TÎKAyê Cuneyt Esmer jî got ku avahiya pêşdibistana Aynura Tirkmen a ku li Iraqê bi zimanê tirkî perwerdehiyê dide baş nebû û li ser vê dibistan restore kirin.
Di merasima vekirina pêşdibistanê da hin rayedarên Iraqê jî cih girtin.