HEWLÊR
DÎŞI 45 kîlomêtro nêzî Hewlêrê bû û ji ber vê jî welatî ditirsin û xwe dispêrin herêmên biewle. Ji ber reva welatiyan li balafirgeh û qerajên otobusan siqletî heye.
Malbat, penaber, welatiyên dewletên biyanî li ber firmayên balafiran û qerajên otobêsan ketine dorê û siqletî heye. Li ber ofîsa Rêyên Hewayê ya Iraqê ya li Hewlêrê jî ji bo peydakirina bilêtan bi sedan kes ketin dorê. Hin welatiyên Iraqê jî bi wesaîtên xwe yên şexsî direvin ciyên ewle.
Iraqî ji ber îhtimala êrîşên DÎŞIyê benzînê stok dikin, malbat jî stoka xurekê dikin.
Rayedarên Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê jî ji bo ku aram bin bangî welatiyan dikin.
Bi hinceta DÎŞI nêzî Hewlêrê bû, Kampa Çadir ya Hazerê ya li bajêr hat rakirin. Penaberên kampê li ciyên ewle digerin û hin welatî ber bi Dihokê ve derketin rê. Tirkmenên sunî jî vegeriyan gundên xwe yên li Mûsilê.
Elî Kerîm jî yek ji wan kesan e ku bi malbata xwe re vegeriya gundê xwe yê li navçeya Hemdaniyê. Kerîm wiha got: "Ji ber ku em sunî ne înşaellah DÎŞI zirarê nede me. Em ji şîvar û şerpezebûnê aciz bûn û em vegeriyan mala xwe."
Piştî ku DÎŞIyê Hemdaniye bi dest xist, DÎŞI 45 kîlomêtro nêzî Hewlêrê bû. Do jî DÎŞIyê Guwera ku 70 kîlomêtro nêzî Hewlêrê ye bi dest xistibû.