Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande got ku "Ez ji ber ku me di 2013an de dema çekên kimyewî bi kar anî mudaxaleyê Sûriyeyê nekir, poşman im."
Hollande ji radyoya France Interê re axivî û pirsa wekî 'Gelo Fransa di têkoşîna li dijî DÎŞIyê de dê bi Serokê dewleta Sûriyeyê Beşşar Esed re hevkariyê bike an na?' wiha bersivand: "Dûrketina têkiliyên bi vî awayî dê baş be. Dema hûn bi şeytan re hevkariyê bikin, kêm caran Xwedê arîkariya we dike."
Hollade diyar kir ku "Îran ji bo berdewamiya îstiqrara li Iraq û Sûriyeyê hevkarekî girîng e."
Hollade destnîşan kir mecbûr in ku li Sûriyeyê piştgiriyê bidin muxalifan û wiha axivî: "Ez ji ber ku me di 2013an de dema çekên kimyewî bi kar anî mudaxaleyê Sûriyeyê nekir, poşman im. Mudaxale çênebû û niha li pêşberî me DÎŞI heye. Em dibêjin ku divê tekiliya DÎŞIyê ya bi Esed re bê nîqaşkirin."
Hollande got ku li hember penaberên ku ji Sûriyeyê tên divê Ewropa sînorên xwe biparêze û destnîşan kir ku Almanya û Swêdê ji Fransayê zêdetir sûriyeyî ezimandin. Hollande da zanîn ji bo ku bêtir koçber neyên Ewropayê hewceyî bi polîtikayeke piştgiriyê ya ji bo welatên ku pêş dikevin, heye.