SILÊMANIYE
Hat ragihandin ku li Celawleya bajaroka Diyalaya bajarê Iraqê di şerê endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û pêşmergeyan de 9 milîtanên DÎŞIyê mirin û pêşmergeyek jî hat kuştin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin hildan li herêma Wahdeya navenda Celawleyê komên çekdar ên DÎŞIyê û pêşmergeyan şer kirin. Di vî şerî de 9 endamên DÎŞIyê mirin, pêşmergeyek hat kuştin û 3 pêşmerge jî birîndar bûn.
Li welêt ev demek e ji ber tunebûna otorîteyê şer didome, komên çekdar ên ku pêşengiya wan DÎŞI dike, bajarên Mûsil, Baqûba û Telafer, navçeyên El-Qaîm, Rawe, Aneh û Hadîsêyê yên bajarê Enbarê bi dest xistin. Ji ber pevçûnan milyonek kesên sivîl cih û warên xwe terkandin.